All NewsTop

Lijneya Meclisa Neteweyî pêşnûmeya qanûna destpêkirina pêvajoya endamtiya Ermenistanê ya Yekîtiya Ewropayê bi xwendina duyemîn qebûl kirîe

Lijneya Daîmî ya Entegrasyona Ewrûpayê ya Meclisa Neteweyî di rûniştina awarte de pêşnûmeya qanûna “Li ser destpêkirina pêvajoya endamtiya Komara Ermenîstanê ya Yekîtiya Ewropayê” bi xwendina duyemîn hat nirxandin û pejirand.

Li gorî rapora “Armenpress”ê, di civînê de, serokê komîteyê Arman Yêghoyan da zanîn ku ev pêşnûme rastî hin guhertinên redaksîyonî hatiye. Bi taybetî hevoka “Komara Ermenîstanê, îradeya yekbûyî ya gelên Komara Ermenîstanê îfade dike” ji pêşgotinê hat derxistin.

Meclisa Neteweyî di rûniştina xwe ya 12ê Sibatê de pêşnûmeya qanûna “Li ser destpêkirina pêvajoya endamtiya Komara Ermenistanê ya Yekîtiya Ewropayê” di xwendina yekem de qebûl kir.Gotûbêj û dengdana li ser xwendina duyemîn a pêşnûmeyê hat taloqkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button