
Balyozê Ermenîstanê yê Libnanê Vahagn Atabêkyan ligel Ataşeyê Leşkerî Albay Artûr Dalibaltyan û Şêwirmendê Balyozxaneyê Stêpan Gêvorgyan ji bo beşdarî merasîma guhertina peywira hêzên Ermenistanê bibin, serdana navenda UNIFIL a li ser sînorê Libnan-Îsraîl kirine.
Wek ku Armenpress ji daxuyaniya Balyozxaneyê hîn dibe, Vahagn Atabêkyan bi Fermandarê Sektora Rojava ya UNIFIL Tûggeneral Nîkola Mandolêsî re hevdîtin pêk anî.
Orgeneral xizmeta hêzên ermenî yên di heyama germ a şerê Lubnanî-Îsraîlî de bilind nirxand û da zanîn ku hêzên ermenî heta dema ku piraniya aşitparêzan di kozikan de bûn jî erka cerdevaniyê berdewam kirin.
Vahagn Atabêkyan spasîa aştîparêzên ermenî kir û spasiyên xwe ji bo xizmeteke baş û beşdariya wan a aktîf di pêkanîna aramî û aştiyê li Lubnanê anî ziman.







