
Di rêza pasaportên herî bi hêz ên cîhanê de Ermenîstan di rêza 73’an de li gorî par bi yek rêzî pozîsyona xwe baştir kir.
Li gorî rêzbenda Henley & Partners, xwediyê pasaporta Ermenîstanê dikarin bêyî vîze serdana 67 deveran bikin.
Gurcistan di rêza 45an de (sefera bê vîze ji bo 122 deveran), û Azerbaycan jî di rêza 70emîn de (rêwîtiya bê vîze ji bo 70 deveran) cih girt.
Rûsya û Tirkiye di rêza 46emîn de (rêwîtiya bê vîze bo 115 û 114 cihan), Îran di rêza 94an de (rêwîtiya bê vîze ji bo 42 deveran).
Di rêzbendiyê de 199 pasaport û 227 welat hene.







