
Di navbera serokwezîrên Ermenistan û Gurcistanê Nîkol Paşînyan û Îrakli Kobaxîdze de li bajarê Tbîlîsê civînek taybet pêk hat.
Li gorî ku ji Ofîsa Serokwezîriya Ermenistanê hat ragihandin, di hevdîtinê de mijarên têkildarî têkiliyên stratejîk ên Ermenistan û Gurcistanê hatin gotûbêjkirin.
Li ser mijarên din ên girîng ên herêmê fikir hatin guheztin.
Li gorî çavkaniyê, êvara 23ê Adarê Nîkol Paşînyan û Îrakli Kobaxîdze dê li pêşbirka vegerê ya tîmên neteweyî yên futbola Ermenistan û Gurcistanê temaşe bikin.







