All NewsTop

Azerbaycan gelek şert û mercên nû, ez dibêm çêkirî, tîne rojeva aştiyê, ev jî îmzekirina peymanê aloz dike. Mîrzoyan

Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Brezîlyayê de hevpeyvînek li gel rojnameya Folha ku yek ji mezintirîn û bibandortirîn rojnameyên Brezîlyayê ye kir.

Wezîr Mîrzoyan li ser pirsa rojnamevanekî ya derbarê bidawîkirina metna peymana aştiyê ya bi Azerbaycanê re û îmzekirina peymanê wiha bersiv da.

“Piştî pevçûnên bi dehan salan, em bawer in, em pê bawer in, ku li herêma me derfetek rast heye ku em rûpela dijminatiyê vegerînin û aştiyek rastîn û aramiya mayînde ava bikin.”

Lê belê ji bo ku ev yek bibe rastî, nêzîkatiyeke avaker ji her du aliyan ve pêwîst e. Li Ermenîstanê em vê firsendê dibînin û bi tevahî girêdayî vê rojeva aştiyê ne. Di dawiyê de li gel hevkarên xwe yên Azerbaycanê me karî reşnivîsa peymanê bi dawî bikin.

Ev peymana aşitiyê çend xalên girîng destnîşan dike ku ger were îmzakirin, erêkirin û cîbicîkirin dê bibe bingehek zexm ji bo gavên pêştir. Ez bi giranî behsa hevdu naskirina yekparçeyiya axê dikim. Em wê yekrêziyê li ser sînorên ku di dema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê de (1991) di navbera welatên me de hebûn, nas dikin. Ev jiyanî ye. Herwiha em pabend in ku xwe ji bikaranîna hêz û destwerdana di karûbarên navxweyî yên hevûdu de û herwiha rêkeftinên din dûr bixin.

Em amade ne ku tavilê dest bi şêwra li ser cih û dîroka îmzekirinê bikin.

Lê mixabin em dibînin ku Azerbaycan gelek şert û mercên nû, ez bêjim çêkirî, tîne rojeva aşitiyê, ev jî îmzakirina peymanê û sazkirina aştiya bi sazîbûyî, bi vî awayî, aloz dike.

Em hema gihîştine armancê. Ji bo ku em bicivin û peymanê îmza bikin, tenê îradeyek siyasî – îradeyek xurt a siyasî- lazim e.

Her wiha me pêşniyara vekirina rêyên veguhestinê kir, ji rêya hesinî ya ku di serdema Sovyetê de kar dikir dest pê bike û mekanîzmaya kontrolkirina çekan û verastkirina çekan a dualî pêşniyar kir, ji ber ku Azerbeycanê jî di vê mijarê de nîgeraniya xwe anî ziman.

Wezîr Mîrzoyan li ser vê pirsê ku gelo bi rastî eger ev şert û mercên pêşwext bin dê bi rastî jî îmzekirina peymanê pêk were? “Em amade ne ku tavilê peymanê îmze bikin.” Lê tişta ku em ji Azerbaycanê dibihîzin, vê yekê nade ku ew amade ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button