
Mehr – Serokomarê Îranê Mesûd Pêzêşkyan û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li ser geşedanên dawî yên li herêma Kafkasyayê nêrînên xwe anîn ziman.
Li gorî vê raporê, serokên her du welatan li ser geşedanên dawîn ên li herêma Kafkasyayê û ji wan lihevkirina li ser pêşnûmeya peymana aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, nêrînên xwe danustandin.
Pêzêşkyan gotîe: Îran hertim pêşwaziyê li pêkanîna aştî, nêzîkbûn û aramiyê li navçê bi taybetî di navbera cîranên xwe de kiriye û yekitiya axa welatan jî biparêze.
Serokomarê Îranê her wiha li bara peywendiyên baş cîrantî û geşepêdana Têhran û Êrîvanê pêgirî li ser pêwîstiya rijd û guhdana taybet a rayedarên pilebilind ên her du welatan ji bo bilezkirina cîbicîkirina rêkeftinên dualî li warên curbicur kir.
Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Ermenistanê spasiya Serokomarê Îranê kir ku di van demên dawîn de geşepêdan û dînamîzma peywendiyên dualî dabîn kiriye û bal kişand ser berjewendî û biryardariya welatê xwe ji bo cîbicîkirina rêkeftinên di navbera her du welatan de.
Beriya niha dezgeha çapemeniyê ya hikûmeta Ermenîstanê behsa peywendiya telefonî ya di navbera serokên Ermenîstan û Îranê de kiribû.







