
CE pêþdanînê Adrbêcanêye derheqa herdö miqalê hevr’aqayîlnekirî ê t’ivdîra “Hevr’aqayîlne’ma derheqa erêkirina e’dlayê û eleqetê navbera dewletadaye navbera CE û Cimhöryeta Adrbêcanêda” qebûldike û pêþdanîn kirîye bi e’lametîya t’evayî pêþda bên- derheqa hevr’aqayîlkirîbûyîna têk’sta t’ivdîra hevr’aqayîlne’ma e’dlayê û hevr’axeverdannê dora hevr’aqayîlkirina t’ivdîrêda, wezareta K’D e’lamdike.
E’lametîya WK’D-da k’ivþbûyîye, wekî ev semt’girîya R’ewanê Bi lûlê dîwannasîyê t’ehwîlî Bek’kûyê bûye.
“Bek’ûya r’esmî r’ê têr’a dîtîye bi e’lametîya yekalî pêþda bê. “Wezareta CE-ye K’D delîla xilazbûna hevr’axeverdanê dora hevr’aqayîlkirina t’ivdîrê û hevr’aqayîlkirîbûyîna t’ivdîra hevr’aqayîlne’ma “Derheqa erêkrina e’dlayê û eleqetê naavbera dewletada” erêdike.
Dêmek, hevr’qayîlne’ma e’dlayê seva qolkirinê hazire. CE hazire t’ev Cimhöryeta Adrbêcanê þêwirdarîya dora we’de û cîyê qolkirina Hevr’qayîlne’mê destpêke”,- e’lametîya wezareta CE-ye K’D-da hatîye gotinê.
Diha zû Cêyhûn Bayramovê wezîrê Adrbêcanêyî K’D e’lamkiribû, wekî têk’st hevr’qayîlkirîye, “R’ewanê herdö nöxtê vekirî mayî qebûlkirîye”, hevr’axeverdan xilazbûyî.







