
Kaspar Vêldkampê wezîrê Nîdêr’landayî K’D e’lamkirîye, wekî welatê wî bi cûr’ê mezin hevalk’arîya t’ev Ermenîstanê ferz h’esavdike.
Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda ewî wexta qisa t’ev Ararat Mîrzoyanê wezîrê Ermenîstanêyî K’D-e t’evayî da k’ivþê- bi binxetkirina, wekî fermana hevalk’arîya de’wmeþandinêye navbera herdö welatada hatî qolkirinê seva pêþdaçûyîna eleqeta qonaxa t’ezeye.
“Nîdêr’land gele cara nîne, wekî t’emesûka vî cûr’eyî qoldike. Eva qewmandina degme bûyînêye. Ew wê xwep’êþk’êþkirinê dide k’ivþê, wekî ya me nisbetî Ermenîstanê heye. Eva derheqa p’evgirêdanê meda xeverdide”,- Vêldkamp binxetkir.







