
Vekirina t’emamîya komûnîkasîyayê malhebûnêîyê û transportîyêye h’ewzeyê, nav wê hejmarê isa jî ij Adrbêcana R’oavayê bi t’opraxa CE berva Cimhöryeta Naxîcêvanêye Avtonom û bi t’erefê bere’k’s, seranser t’ivdarekdîtîye, N. P’aþînyanê serekêwezîrê CE nav miqala xweye “Armênprês”-êda belabûyîda daye k’ivþê.
“Hindava Adrbêcanêda ya herezêde seva k’ara xwe xevtandinê yan ÿskalasîyabûnê pirsa komûnîkasîyayê neh’îyêye. Adrbêcan divêje, wekî Ermnîstan borcdarîyê xwe naqedîne, bi kirina hinartinê ser wê delîtla aþkela, wekî r’ê-dirb navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda dadayîne.
E’wil lazime bidine k’ivþê, wekî t’ö borcdarîke Ermenîstanêye yekalî t’inene. Herdö alî jî borcdarbûne seva hevdö r’ê-dirba vekin. Îro t’ö komûnîkasîake Adrbêcanêye transportîyê û malhebûnîyê seva Ermenîstanê yan seva nê Ermenîstanê derbazbûyî vekirî nîne. T’emamîya r’ê-dirbê Ermenîstanê seva Adrbêcanê vekirîne. Hila hê sala 2022-a H’ökömetê t’ivdîra qirara derheqa vekirina sê nöxtê sînore ser sînorê Ermenîsîtan-Adrbêcan kirîye nav fitildayînê, k’îjan derheqa mecalê derdahatina avtomaþînê Adrbêcanêye barber û merivbire li t’opraxa CE û em bêjin- çûyîna berva Naxîcêvanê û T’irkîaêdaye.







