
Qirara Donald T’ramp’ê sedrê WAY-ye tevizandina alîk’arîya ort’emiletîyê Avropa r’ohlatêda fînanskirina k’omê civaka bajar’vanîyê wê kêmke- bi t’er’ibandina pêþdesîtîyê dêmokratîyê û bi hiþtina mecala vekirî seva mezinkirina bona Ûr’isêtê t’esîra xwe neh’îyêda, Polîtîko dinivîse. “T’esîrê xazma Avropayêda t’exmînve”.
“Ev gav ît’barê nisbetî Wîlayet’ê Yekbûyî û dêmokratîyayê dit’er’ibîne”,- R’îçard Gîrakosyanê serwêrê merk’eza îzger’îyê merk’eza serbeste þirovekirinêye neh’îyêye Ermeîstanêda divêje. “Ew isa jî h’esavdive, wekî WAY qewata nerm ber tiþtekî h’esavnake, k’îjan dikare derk’eve miqabilî naratîvê ûr’isî. Axirsongî, tevizandina mecalê ÛSAÎD-ê h’ökömetê avtorîtar her t’enê þadike.
Ûr’isêt wan welatad idî hazire, T’înat’în Axvlêdîanîya xevatçîya ö’lmî ya merk’eza îzger’îyê sîasîya Avropî daye k’ivþê.
“Krêmlê bidûmîne t’esîrê bie’frîne, wekî ew welat t’enêne, wekî R’oava t’erka wan dide, wekî WAY û welatê r’oavayê t’ifaqdarê qewat nînin»,- ya pispor safîkirîye.







