
Wezîrê berê yê Dewleta Qerebaxê Rûbên Vardanyan li dadgeha Bakuyê îfadeya xwe red kirîe. Ev ji aliyê medyaya Azerbaycanê ve hatiye ragihandin. Beriya niha Vardanyan ji bo şermezarkirina binpêkirinên qanûnên prosedurê yên navneteweyî û Azerbeycanê yên di dema darizandinê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Hate ragihandin ku Vardanyan û parêzerê wî ji bo guhertina pêkhateya dadgehê serlêdan kirine, lê belê nehat lêkolînkirin. Di danişîna dadgehê de ji ber greva birçîbûnê rewşa Vardanyan gelekî xerab bûye. Dadgeh neçar maye u taloq kirîe.
Hat ragihandin ku Vardanyan ji pey alîkarya doktorî û pişti danişîna dozê berdewam kirîe. Ji Vardanyan re tevî ku xwe nebaş hîs kir, gelek pirs hatin kirin, di nav wan de li ser têkiliyên wî bi rayedarên payebilind ên berê yên Ermenîstanê û Qerebaxê re, Vardanyan bersiv neda tu pirsan.







