All NewsTop

Pêşangeha navneteweyî ya tûrîzmê ya ITF Armenia 2025 li Êrîvanê tê lidarxistin

Pêşangeh û Foruma tûrîzmê ya Navneteweyî ya ITF Armenia 2025 dê di navbera 4-6 Nîsanê de li Ermenîstanê were lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komîteya Tûrîzmê û Federasyona Turîzmê ya Ermenîstanê ve tê organîzekirin. Seroka Komîteya Tûrîzmê ya Ermenîstanê Lûsînê Gêvorgyan di civîneke çapemeniyê de ku li navenda çapemeniyê “Armenpress” hat lidarxistin, da zanîn ku ev bûyerek bêhempa ye di sektora geştiyariyê de, ku dê hemî aliyên eleqedar li yek cîhî bîne cem hev.

Serokê Federasyona Turîzmê ya Ermenîstanê Mêxak Aprêsyan da zanîn ku erdnîgariya beşdarbûnê pir berfireh e. Welatên cîranên herêmê Îran û Gûrcistan eleqe nîşan dan û ji welatên piştî Sovyetê, Ewropa û Asyayê jî bertek hene.

Amadekar piştrast dikin ku ev bûyera girîng dê bibe kevneşopî û bi niyaz e ku wê ew qas mezin û girîng bikin ku dê cihê xwe di nexşeya pêşangehên geştiyariyê yên navneteweyî de bibîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button