
Di 25ê Sibatê de, di çarçoveya Civîna Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de li Cenevreyê, Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan bi Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk re hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de kêşeyên li pêşberî sîstema mafên mirovan a navneteweyî, geşedanên herêmî û mijarên hevkariya Ermenîstanê û Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatin gotûbêjkirinê.
Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Mîrzoyan pêvajoya asayîkirina peywendiyên di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, nêzîkatiyên Ermenîstanê yên li ser pêkhateyên wê û pêşniyarên avaker pêşkêş kirin.
Wezîr Mîrzoyan di çarçoveya lihevkirineke berfireh de bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên mirovî û di serî de azadkirina girtiyên ermenî û rehîneyên bi awayekî neqanûnî yên li Azerbaycanê.
Wezîrê karên derve yê Ermenistanê di çarçoveya pêşdebirina xebatên lihevkirinê de tekez kir ku encamên du şandeyên ku par ji aliyê Ofîsa Komîseriya Bilind ve ji bo berhevkirina zanyariyan li ser rewşa Ermeniyên bi darê zorê ji Qerebaxa Çiya hatine şandin bo Ermenistanê, dikare bibe alîkariyek girîng.
Di hevdîtinê de Ararat Mîrzoyan û Volker Turk li ser rewşa ewlekariya Başûrê Kafkasyayê nêrînên xwe anîn ziman.







