All NewsTop

DYE û Îsraîl wê hewl bidin bi Îranê re li hev bikin. Pispor daxuyaniyên ji Îsraîlê tên analîz dikin

Pispor di wê baweriyê de ne ku ji hevdîtina Wezîrê Derve yê Amerîka Marko Rûbîo û Serokwezîrê Îsraîlê Bênîamîn Nêtanyahû û daxuyaniyên piştî wê yekê tê dîtin ku di çar salên serokatiya Trûmp de Îsraîl dê hewl bide pirsgirêkên xwe yên pêşîn çareser bike. Di çarçoveya wan de, bêbandorkirina bandora Îranê ya li herêmê girîng e. Karbidestan ragihandine ku Îran “yekane çavkaniya bêîstiqrarê ye li herêmê” û bi biryar in ku armancên Tehranê têk bibin.

Rûbîo di hevdîtina bi Serokwezîrê Îsraîlî Bênîamîn Nêtanyahû  re destnîşan kir ku Îran li Rojhilata Navîn “tenê çavkaniya bêîstiqrarê” ye û eşkere kir ku divê Hamas were “hilweşandin”.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî piştrast kir ku Îsraîl û Amerîka bi biryar in ku rê li ber armancên Îranê yên navokî li Rojhilata Navîn bigirin.

Pisporê navneteweyî Armen Petrosyan di wê baweriyê de ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ji bo Îsraîlê girîngiyeke jiyanî heye, derfet tê afirandin.

Wezîrê Derve yê Amerîka pesna pêşnîyara Serokê Amerîka Donald Tramp ya “wêrek” ya kontrolkirina herêmê û veguhestina filistînîyan bo welatên din da.

Lêbelê, pispor riya pêkanîna wê hêsan nabînin. Pisporê navneteweyî Gor Gêvorgyan pirsgirêkên muhtemel difikire.

Erebnas Armên Petrosyan ji daxuyaniyên piştî hevdîtina Rubio-Netanyahu di encamê de destnîşan dike ku armanc bêbandorkirina bandora herêmê ya Îranê ye. Li gorî wî dê hewl bê dayîn ku bi Îranê re lihevkirinek bê kirin.

Çavkaniyên CNN ji nûçeyê re gotin ku Erebistana Siûdî amade ye ku di navbera rêveberiya Trump û Îranê de navbeynkariyê bike da ku lihevkirinek nû li ser sînordarkirina bernameya nukleerî ya Tehranê bigihîje. Li gorî wê navendê, Erebistana Siûdî bi niyaz e ku ji bo dabînkirina pireke dîplomatîk di navbera Tehran û Koşka Spî de, pêwendiyên xwe yên nêzîk ligel Amerîkayê bikar bîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button