
Peywendiyên Rûsya û Azerbaycanê bi giştî piştî xistina firokeya navdar a Azerbaycanê aloz bûn, dema ku aliyê Azerbaycanê ragihandibû ku firoke di 25ê Kanûna Yekem de ji aliyê hêzên leşkerî yên Rûsyayê ve hatiye xistin, lê di rastiyê de, aloziya di navbera Rûsya û Azerbaycanê de kûr û piralî ne.
Pisporê Azerbaycanê Tatev Hayrapetyan di hevpeyvînekê de ligel “Armenpress”ê ev nêrîna xwe anî ziman û amaje bi alozbûna pêwendiyên Rûsya û Azerbeycanê yên vê dawiyê kir.
Wî bi bîr xist ku her çend aliyê rûsî herdem daxwaza rawestana encamên lêkolîna li ser karesatê û encamdana dawîn dike, lê aliyê Azerbaycanê berdewam li ser pêşxistina vê mijarê, paralelî girtina “Mala Rûsyayê” li Bakûyê, û ji niha ve behsa girtina ajansa nûçeyan a Rûsî “Sputnik Azerbaycan” tê kirin.
Li gorî Hayrapetyan, Rûsya rastî gelek lûtkeyan de ye ku bandorê li Azerbaycanê bike û dikare wan bikar bîne, lê ji ber ku her du welat dewletên girtî ne û çavkaniyên pispor pir kêm in, zehmet e ku meriv nirxandinên kûr û zelal bibîne, nemaze ku gelek nîqaş li pişt perdeyê têne kirin û ji gelek kesan re ne diyar in.
Bi dîtina wî, di aloziya di navbera Rûsya û Azerbaycanê de şopa tirkan diyar dibe, nemaze eger em li ber çavan bigrin ku her du welatên tirkîaxêv ji nêz ve hevkariyê dikin û vê rewşê li dijî Rûsyayê vedigerînin. Îlham Aliyev jî faktora tansiyonê ya navborî ji bo dilxweşkirina welatên Ewropî û bidestxistina berdêlên siyasî ji rojava li hember helwesteke dijberî Rûsyayê bikar tîne. Hayrapetyan bi bîr xist ku dema Aliyev li Davosê bû, bi Serokomarê Ukraynayê Zelenskî re hevdîtin pêk anîbû û gelek rojnameyên navdar ên Ewropayê cih girtin. Her wiha belavok hatin belavkirin ku balafira Azerbaycanê ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatiye xistin. Aliyev di qada Rojava de bi awayekî aktîf li ser vê rewşê dilîze.







