All NewsTop

Li Meclisa Neteweyî sibe wê pêşnûmeqanûna “Li ser destpêkirina pêvajoya endambûna Ermenîstanê ya ji bo YEyê” bê nîqaşkirin

Li Meclisa Neteweyî sibe wê pêşnûmeqanûna “Li ser destpêkirina pêvajoya endambûna Ermenîstanê ya ji bo YEyê” bê nîqaşkirin.

Pêşnûmeya qanûnê ya destpêkirina pêvajoya endamtiya Komara Ermenîstanê ya Yekîtiya Ewropayê, ket rojeva rûniştinên asayî yên 9emîn rûniştina 8emîn civîna Meclisa Neteweyî ya Ermenistanê ku wê di 11ê Sibata 2025an de bê lidarxistin. Agahiyên navborî li ser malpera fermî ya Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê, di binbeşa “Rojeva Rûniştinê” de hatine weşandin.

Weke nivîskarê însiyatîfa qanûndanînê gotina “Însiyatîfa hemwelatiyan” tê binavkirin û ev pêşnûme ji aliyê Hikûmeta Ermenîstanê ve pêşkêşî meclîsê hat kirin, ku di rêza yekem a kurtejiyana pêşnûmeyê de cih girtiye.

Em bînin bîra xwe ku pêşnûmeya pêşnûmeyê ji aliyê çend hêzên rojavayî yên ku li Ermenîstanê tevdigerin ve hatibû destpêkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button