All NewsTop

Kongresmenên Amerîkî ji Rûbîo dixasin wekî Pêşxistina Hevkariya Stratejîk bi Ermenistanê ra pêşbixe

Hevserokên Meclîsa Ermenîstanê ya Meclisa Nûneran Frank Pallon, Gas Bîlîrakîs, Brad Şêrman û Davîd Valadao nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê DYA Marko Rûbîo ra şandin e û ji Waşîngtonê xwestin wekî hevkariya stratejîk a bi Ermenîstanê zêde bive.

Nameyê da wiha tê gotinê: “Ew derî ji nêzîkbûna têkiliyên dualî, veberhênanên aborî û kûrkirina têkiliyên navbera gelan ra vedike.”

Karbidestên Amerîkî dilgiraniya xwe anîn ziman ku Ermenistan rûbirûyê gelek pirsgirêkên erdnîgarî û siyasî ye, ji ber ku dorhêla wê ji aliyê Tirkiye û Azerbaycanê ve hatiye dorpêçkirin, ku potansiyela aborî ya Ermenistanê kêm dike.

Di belgeyê de tê gotin, “Amerîka xwedî derfetek bêhempa ye ku bandorê li paşeroja herêmê bike bi xurtkirina ewlehiya enerjiyê û berxwedana aborî ya Ermenistanê, li gorî projeya Xaçerêya Aştiyê. Veberhênanan dê bihêle Ermenistan hilberîna enerjiyê cihêreng bike û girêdayîbûna enerjî û bazirganiyê ya bi Rûsyayê kêm bike.”

Kongreman daxwaz ji Wezareta Derve kir ku danûstandinên li ser hevkariyê di warê enerjiya atomî ya aştiyane de bilez bike, û di warên berevanî, kontrolkirina hinardekirinê û ewlehiya sînor de peywendiyan pêş bixe.

Di nameyê de wiha tê gotin: “Em bang li Wezareta Karên Derve dikin ku daxwaza hikûmeta Ermenîstanê ya ji bo dayîna alavên parastinê û perwerdehiya personelê ji bo parastina yekitiya axa welêt binirxîne. Ji ber gefên berdewam ên leşkerên Azerbeycanê yên li ser axa Ermenîstanê ya serwerî û gotinên êrîşkar ên Îlham Alîyêv.”

Karbidestên Amerîkî bang li Waşîngtonê kirin ku Azerbaycanê ji sûcên şer û paqijkirina etnîkî yên li Qerebaxê berpirsiyar bipirse.

“Aştiyeke mayînde û dadperwer a di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de pêwîstî bi berpirsyariyeke tund heye û gere garantî ji bo vegera aram û ewle ya Ermeniyan bo welatê bav û kalên xwe Qerebaxa Çiya hebe. Lewma em bang li Wezareta Derve dikin ku bi awayekî aktîf di pêvajoya aştiyê de bimîne.”

Di nameyê de tê gotin ku di peymana dawîn de gere hemû girtî û rehînên ku bi neheqî li Azerbaycanê hatine girtinê, ku di nav wan de nûnerên serkirdayetiya leşkerî-siyasî ya berê ya Qerebaxê jî hene, werin berdanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button