
Komîteya Netewî ya Ermenî ya Amerîkayê di çarçoveya Lûtkeya Azadiya Olî ya Navneteweyî de bang li serkirdayetiya Amerîkayê kir ku li ser pirsên vegerandina Qerebaxê, ewlekariya Ermenîstanê û parastina civakên Ermenî yên ji Sûriye û Lubnanê heta Taxa Ermeniyan a Qudsê, li ser vê pisên çalakiyên taybet pêk bînin.
Beşdarên gotûbêjê tekez kirin ku di sala 2023 de Êrîşa Azerbaycanê û koçberkirina bi darê zorê ya 150 hezar Ermenî ji Qerebaxê bi piştgirî û teşwîqkirina siyasetmedarên Amerîkî pêk hat. Wan bang li Kongres û rêveberiya Tramp kir ku cezayên armanckirî bicîh bînin, daxwaza serbestberdana girtiyên ermenî yên şer bikin, û vegera ewledar û bi rûmet a ermeniyên ji Artsaxê yên derbider misoger bikin.
Gavên ku gere Dewletên Yekbûyî bavêje ji bo parastina azadiya olî û pêşîgirtina li êrîşkariya Azerbaycanê li dijî Ermeniyan, cesaretê dide rejîmên otorîter li seranserê cîhanê.
Endamê Kongresê Krîs Smît bang li hikûmeta Amerîkî kir ku “bi tundî wêrankirina dêr û mîrata çandî ya Ermenîstanê ji aliyê Azerbaycanê ve şermezar bike.”







