
Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kalas di demeke nêz de tê Ermenîstanê.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, ev yek ji aliyê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Parûyr Hovhannîsyan di civîna awarte ya Komîteya Entegrasyona Ewropayê ya Meclîsa Neteweyî de hat ragihandin.
Hovhannîsyan der barê serdana bê de agahiyên berfireh neda, lê diyar kir ku dê mijarên cuda yên têkildarî hevkariyê bên gotûbêjkirin.
Hovhannîsyan da zanîn ku dê di hefteyên pêş de seredana Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê Kaya Kalas a Ermenîstanê jî pêk were.







