
Ez bawer nakim ku Ermenîstan ji bo Rûsyayê girîngiya xwe ya berê winda kiriye. Siyasetnasê Rûs Mîxaîl Alêxandrov di hevpeyvînekê de ligel peyamnêrê NEWS.amê ev tişt got.
Ew di wê baweriyê de ye ku tevî girîngiya baregehên leşkerî yên li Abhazya û Osetyaya Başûr, baregeha Ermeniyan girîngtir e.
Wî da zanîn ku nayê qebûlkirin ku kembera Tirkiyê were girtin û Tirkiye bigihîje Deryaya Xezerê û yekitiya tirkan pêk bîne.
“Gelek kes li Rûsyayê van hemûyan fêm nakin,” Alexandrov got.
Wî da zanîn ku destên Rûsyayê bi operasyonên leşkerî yên li Ukraynayê ve girêdayî ne. Pispor destnîşan kir: “Piştî ku aloziya Ukraynayê bi dawî bibe, bala Moskowê dê bibe ser Kafkasya Başûr.”







