
Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, rewşa Başûrê Kafkasyayê dê di 21ê Çile de di navbera Wezîrên Derve yên Ermenîstan û Rûsyayê Sêrgêy Lavrov û Ararat Mîrzoyan de bibe mijara hevdîtinên bi armanca pêkanîna çareseriyeke hevseng di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de.
Her wiha serokên beşên siyaseta derve ya her du welatan dê li ser peywendiyên Rûs-Ermenî bi berfirehî nêrînên xwe bidin hev.
Li ser hevkariya di çarçoveya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê û yekîtiyên din ên entegrasyonê de li qada Avrasyayê û li ser mijarên rojane yên di rojeva cîhanî de.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em hêvîdar in ku civîna bê avaker be, bibe alîkar ji bo pêşdebirina mijarên pratîkî yên hevkariyê û xurtkirina ewlehî û aramiya li Transkafkasyayê.”
Di 20 Çile de Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan dê bi serdaneke kar li Moskowê be.







