All NewsTop

Azerbaycanê fona veşartî ji bo bertîlkirina siyasetmedarên ewropî bikar anîe. OCCRP

Du parlementerên berê yên Alman ku bi tohmeta wergirtina bertîlê ji Azerbaycanê li hember pêşdebirina berjewendiyên Bakûyê di Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê de tên sûcdarkirin, derketin pêşberî dadgeha Munchenê.

Axêl Fîçêr û Edûard Lîntnêr tevlî plana bi navê “Şuûştina Azerbaycanê” bûn, ku di sala 2017an de ji hêla Navenda Lêkolîna Gendelî û Sûcên Rêxistinkirî ve hat eşkerekirin.

Bakû foneke veşartî ya bi nirxa 2.9 milyar dolarî bikar anî da ku elîta xwe ya desthilatdar dewlemend bike û bide siyasetmedarên Ewropî ji bo baştirkirina îmaja Azerbaycanê di nav rexneyên berbelav ên li ser rewşa mafên mirovan de.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button