
Par nêzî 2 milyon û 200 hezar geştiyar serdana Ermenîstanê kiribûn. Serdanên ji Rûsyayê kêm bûne
Papoyan wiha got: “Di sala 2024an da nêzî 2 milyon û 215 hezar turîstên me hebûn, li gor sala 2023an ji sedî 7 kêm e.”
Li gorî wî tenê hejmara geştiyarên ji Rûsyayê kêm bûye.
Mînak ji Hindistan, Îmarat, Gurcistan, Îran, Fransa, Çîn û Koreya Başûr hejmara geştiyaran zêde bûye.
Hedefa hikûmetê ew e ku heta sala 2026an her sal 2,5 milyon geştiyar hebin.







