
Hemî rêyên ku di ser axa Ermenîstanê re derbas dibin, tenê ji hêla Ermenîstanê ve têne kontrol kirin. Taron Çaxoyan
Hemî rêyên ku di nav axa Ermenîstanê re derbas dibin dê bi tenê û bi taybetî ji hêla Komara Ermenîstanê ve bêne kontrol kirin. Li ser rûpela xwe ya Facebookê, Alîkarê Sererkanê Serokwezîrê Ermenîstanê Taron Çaxoyan li ser vê yekê nivîsî.
“Ji daxuyaniyên Alîyêv dilgeş bûne, muxalefetên ‘rizgarkarê neteweyî’ pêşniyar dikin ku tavilê di bin çavdêriya aliyek sêyemîn de ji Syûnîkê re rêyek ji Azerbaycanê re bê vekirin.” Ev fîgurên ku xizmetê ji berjewendîyên împaratorîyê re dikin, di heman demê de nîqaşa azerî ya li ser korîdorê jî bi vî rengî pêş dixin. “Nabe ku li ser ti korîdor û rêyek ku di nav axa Ermenîstanê de di bin kontrola partiyek de ye nîqaş were kirin; rêyên li Ermenîstanê dê tenê û tenê ji hêla Komara Ermenîstanê ve werin kontrol kirin.”







