
Parlamenterê Swêdê projeya “Xaçerêya Aştiyê” û xebatên Yêrêvanê yên di vî warî de erênî dinirxîne
Parlamenterê Swêdê Êrîk Hêlsborn projeya “Xaçerêyên Aştiyê” ya ku ji aliyê Ermenîstanê ve hatiye destpêkirin û hewldanên Yêrêvanê yên di vî warî de erênî dinirxîne.
Parlamenterê swêdî di axaftina xwe ya bi peyamnêrê Armenpressê re, amaje bi vekirina muhtemel a rêyên ragihandinê yên li Başûrê Kafkasyayê û herwiha nakokiyên di navbera Êrîvan û Bakûyê de li ser vê mijarê, nêrînek wiha anî ziman.
Parlamenterê swêdî li ser girîngiya projeya “Xaçerêyên Aşitiyê” ya ku Ermenîstanê dabû destpêkirin ji bo vekirina rêyên ragihandinê yên herêmî yên li Başûrê Kafkasyayê, bi erênî nirxand.
Eric Helsborn tekez kir ku, “Erîvan bi awayekî aktîf ji bo çareserkirina pirsgirêkê dixebite, erênî ye.”
Parlamenterê Swêdî, amaje bi wê yekê kir ku Azerbaycan di mijara rakirina dorpêçê de mantiqa ku jê re tê gotin “korîdor” derdixe pêş û destnîşan kir, ku veguhestina kargoyan di nav axa Ermenistanê de divê li gorî şert û mercên Ermenistanê bê kirin.







