
Ermenîstanê bi fermî pasaportên Kosovayê, di nav de pasaportên asayî, dîplomatîk û fermî nas kir. Ev yek li ser medyaya civakî ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve û Diyaspora yê Kosovayê Ahmêdî Krêşnîk ve hat ragihandin.
Krêşnîk tekez kir: “Ev gaveke girîng e ji bo xurtkirina têkilî û peywendiyên di navbera welatî û saziyên her du welatan de.”







