
Þanda bi serk’arîya Alên Sîmonyanê sedrê C Ermenîstanêye M, k’îjan bi serdana r’esmî Hindistanêdaye, r’astî Om Bîrlayê sedrê sera þêwirxana Hindistanêye Jêrin (Lok Sabha) hatîye. Çawa “Armênprês” ij e’lamnivîsara Civata Ermenîstanêye Miletîyêye belakirî pêdih’ese, Om Bîrla þanda bi serk’arîya sedrê C CE M-êye Hindistanêda silavkirîye û daye k’ivþê, wekî ev serdanê eleqetê döalîda bergeha t’eze veke.
Alên Sîmonyan jî seva qebûlkirina dilgerm r’azîbûn e’lamî hevalk’arê xwe kirîye û binxetkirîye, wekî seva pêþdaçûyîna eleqetê ermenî-hindîye k’ûrbûnê me’na hevsûbûnê hemane ferz heye. Sedrê C CE M avayê þêwirxana Hindistanêda ger’yaye, dîna xwe daye meþa r’ûniþtina û deft’era mêvanê hörmetlîye qeydkirinêda nivîsar kirîye.







