All NewsTop

Sûrên Papîkyan bi endamên Senatoya Fransayê re li ser mijarên hevkariya dualî yên di warê parastinê de axivîe

Wezîrê Parastinê Sûrên Papîkyan di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Fransayê de, roja 17ê Kanûnê bi Serokê Komîteya Têkiliyên Derve, Parastin û Hêzên Çekdar a Senatoya Fransayê û hejmarek ji endamên Senatoyê re hevdîtin kir Wezareta Parastinê ragihand.

Mijarên têkildarî hevkariya dualî ya di warê parastinê de hatin gotûbêjkirin.

Serokê Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê bal kişand ser asta bilind a hevkarî û pêşkeftinê û destnîşan kir ku bi saya piştgirîya berdewam ya Senatoyê ev destkeftî pêk hatin.

Sêdrîk Pêrrîn girîngiya piştgiriya Senatoyê ji bo pêşxistina hevkariyê dubare kir.

Di hevdîtinê de mijarên girêdayî metirsiyên ewlehiya herêmê jî hatin gotûbêjkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button