
Senatorên Amerîkî pêşnûmeya şermezarkirina paqijkirina etnîkî ya Bakûyê ya li ser Ermeniyên Artsaxê pêşkêş kirin
Senatorên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Garî Pêtêrs û Bîll Kêssîd pêşnûme biryarek du alî ya berfireh pêşkêş kirin ku tê de paqijkirina etnîkî ya Azerbaycanê ya li ser gelê Qerebaxê şermezar dike, banga cezakirina armanckirî li dijî rejîma Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û daxwaza serbestberdana tavilê ya girtiyên Ermenî yên li Bakûyê kirin. Ajansa Nûçeyan a Ermenîstanê ya Amerîkî ragihand:
Di biryara xwe de, senator herwiha daxwaza qedexekirina alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê bo Azerbaycanê û ji bo mafê gelê Artsaxê ku bi ewle û parastî vegerin welatê xwe dikin.







