All NewsTop

Mêvlût Çavûşoglû di çarçoveya Meclisa Parlamenteran a NATOyê de bi parlamenterên Ermenîstanê re behsa aştiyê kir. Andranîk Koçaryan

Wezîrê Karên Derve yê berê û Parlamenterê Tirkiyeyê Mêvlût Çavûşoglû, di çarçoveya Meclîsa Parlamenteran a NATO’yê de nêzî endamên şandeya Ermenîstanê bû û li ser îhtîmala aştiyê ya li herêma Başûrê Kafkasyayê axivî.

Serokê Lijneya Parastin û Ewlehiyê ya Meclisa Neteweyî Andranîk Koçaryan di axaftina xwe ya li gel rojnamegeran de ev agahî da.

Heyeta Ermenîstanê di navbera 22-25’ê Mijdarê de weke endamekî hevkar beşdarî Meclîsa Parlamenteran a NATO’yê bû.

“Çavûşoglu, min, Arûsyak Jûlhakyan û Vahagn Alêksanyan nêzî me bû û sohbetek kir. Me destpê nekir, hat, behsa aştiyê, îmkanên wê dikir.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button