Di 10-11 Kanûnê de xwendekarên 145. kursa bilind a Koleja Parastinê ya NATOyê di bin serokatiya serokê saziya perwerdehiyê Orgeneral Max Arthûr Nîêlsên de çûn serdana Ermenîstanê.
Serokê Koleja Parastinê ji aliyê Alîkarê Yekemîn ê Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê, Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Orgeneral Êdward Asryan ve hat pêşwazîkirin.
Derbarê îmkan û perspektîfên hevkariyê yên di warê perwerdeya leşkerî de hatin gotûbêjkirin.
Li kompleksa îdarî ya Wezareta Parastinê, nûnerên Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Derve û Konseya Bilind a Komara Ermenîstanê li ser berevanî û ewlekariya Ermenistanê ders pêşkêşî xwendekarên qursa bilind kirin.
Di 11ê Kanûnê de, serokê kolêja parastinê Max Arthûr Nîêlsên, li Zanîngeha Lêkolîna Parastina Neteweyî ya Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê hate mêvan kirin, ku li wir çalakî û bernameyên saziya perwerdehiyê yên ku hatine kirin hatin pêşkêş kirin.
Di encama hevdîtinê de perspektîfên hevkariya di navbera her du saziyên leşkerî-perwerdeyî de hatin diyarkirin.