Ermenîstan niha polîtîkayeke bi armanca kûrkirina têkiliyên bi YE’yê re dimeşîne. Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ev tişt got
Di hevpeyvînekê de ku di çarçoveya serdana Fînlandiyayê de ji ajansa nûçeyan a herêmî.
Li gorî Mîrzoyan, danûstandin li ser belgeya bi navê “Ajendaya Hevkariya Nû” tê kirin, ku bi gotina wezîr, belgeyeke berfireh e û di warên cuda de cih digire.
“Di meha Nîsanê de bi beşdariya Ermenîstan, YE û DYA’yê civîneke sêalî ya di asta bilind de hat lidarxistin. Armanca sereke ya civînê xurtkirina rûbirûbûna Ermenîstanê bû, bi taybetî di warê aborî de, ji ber ku Ermenîstan ji aliyê cuda ve rastî gelek gefan tê.
“Wekî ku hûn dizanin Ermenistan welatê gel e. Me şoreşeke demokratîk pêk anî. Ji bo ji holê rakirina gendeliyê û xurtkirina saziyên demokratîk me reformên demokratîk ên berfireh dan destpêkirin. Beriya niha jî du hilbijartinên meclîsê pêk hatin ku bi tevahî demokratîk, azad û şefaf hatin qebûlkirin. Wezîrê Karên Derve gotîe.
Wezîr Mîrzoyan diyar kir ku guhertinên demokratîk ên li Ermenîstanê nayên vegerandin û got, “Bi hilbijartinên azad ên demokratîk re çi hikûmet were ser desthilatdariyê ne girîng e, nirxên demokratîk bingeha civaka me ne.”