![](/wp-content/uploads/2024/12/7qk5aut4inp39dvm5gzi5g11doefr2p8.jpg)
Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan got, Ermenîstan bi awayekî fermî hîn jî beşek ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf e, lê me ragihand ku me beşdarbûna xwe di çalakiyên rêxistinê de cemidandiye.
Di hevpeyvînekê de ku di çarçoveya serdana Fînlandiyayê de ji ajansa nûçeyan a herêmî “Lännen Media” re hat dayînê.
Wezîr diyar kir ku bi dehan salan em difikirin ku di warê leşkerî de divê em di vê îtîfaqa leşkerî de cih bigirin, ji ber ku metirsiyên hevpar hebûn, hin fikarên me yên li ser êrîşa muhtemel a li dijî yekparçeyiya erdî û serxwebûna Komara Ermenîstanê hebûn ji bo parastina serwerî û yekparçeyiya axa me bibin alîkar.”
Mixabin di van salên dawî de em bûne şahidê çendîn êrîş û binpêkirina sînorên me yên ku di qada navneteweyî de hatine naskirin. Dema ku wisa bû, me tu carî piştgiriyek rast nedît. Hevalbendên xwedî erkên wiha divê alîkariya hev bikin, wateya tifaqa leşkerî ev e.
Ev helwêsta xemsar bûye sedema dilgiraniyek mezin, ez nikarim pêşbînî bikim ku ev pêvajo dê me bigihîne kuderê, lê ez dikarim bibêjim ku em têkiliyên xwe bi hevkarên xwe yên ewropî re kûrtir dikin û ji hev têgihiştinê Di hawirdora ewlekariya Ermenistanê de tevlêbûna me ya siyasî û ewlekarî heye, ku çavdêriyê dike Li ser sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê ev pêşketin ne mimkûn bû ku çend sal berê xeyal bikin.”