Ermenîstan pirsa serr’astkirina eleqetê t’ev T’irkîaêda r’ast mot’ace û bawerdike, wekî ew dikare erênî bike ser isa jî pêvajoyê serr’astkirina navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- wexta e’ne’nekirina panêlîyêye govekê ”Cotxeverdana Manamayêda” Vahan Kostanyanê dewsgirtîyê wezîrê CE-yî K’D gotîye.
“Pirsa serr’astkirina eleqetê t’ev T’irkîaêda em lap mot’acin. Em bawerdikin, wekî serr’astkirina eleqetê t’ev Ankarayê isa jî dikare t’esîra erênî ser serr’astkirina navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda bihêle. Lê isa jî bi h’esavhildana, wekî Ermenîstan dihê nêzîkî hevalk’arê meye r’oavayê dive- vira îht’îmale ez gere pirsa xwe bihinêrim: T’irkîa sîasîya xweye dereke k’îderê divîne? bi p’ara eleqetê çawa neh’îêda, isa jî t’ev YA û R’oavayê. Aþkelaye, wekî Ermenîstan dice’dîne nêzîkî YA-ve, ce’dandinê cime’ta Ermenîstanêye avropî hene. Delîva vekirina sînorda T’irkîa, k’îjan isa jî endama yektîya YA-ye gömrikaye, navbera Ermenîstanê û YA-da dikare bive p’ir’a, dewsgirtîyê wezîrê CE-yî K’D binxetkirîye.