All NewsTop

Ez ji her karekî Ermenîstanê ku bi mebesta bêîstîqrarkirina rewşa herêmê be, red dikim. Paşînyan

“Teza sereke ya wan belavokan ew e ku Ermenistan yan ez ji ber sedemên siyasî yên navxweyî dest bi şerekî li dijî Azerbaycanê bike, lê her çavdêrek dikare bibîne ku ji bo me û bi taybetî jî ji bo min sûdmend e ku rewşa herêmê aram bibe.” Nîkol Paşînyan 4ê Kanûnê di civîna pirs û bersiva hikûmetê de, bersiva pirsa parlamenterê Fraksiyona “Peymana Sivîl” Tîgran Parsilian li ser armanca nûçeyên derew ên ku di çapemeniya Azerbaycanê de belav bûne ku Ermenîstanê bi Azerbaycanê re şer dike.

“Belavokên ku we îşaret pê kir, îspat dike ku hêzên ku dixwazin rewşa herêmê bêîstiqrar bikin hene. Gere bersiva me ev be. berî her tiştî gere em teslîmî provokasyonan nebin, piştre jî her dem helwesta xwe zelal bikin. Berî her tiştî tu sedemeke me nîne ku em êrişî Azerbaycanê bikin, ji ber ku me gaveke din ya yasayî di asta siyasî de avêtiye û bi hev re yekparçeyiya axa hev nas kiriye. Heta meclisa me ya niştimanî jî rêziknameya xebata hevbeş a komîsyonên sînordarkirinê pesend kiriye û gere di demek nêzîk de di beşa pêş de dest bi proseya sînorkirina sînoran bikin. Ez ji her karekî Ermenîstanê ku bi mebesta bêîstîkrarkirina rewşa herêmê be, red dikim. Zêdetirî 200 kîlometre çargoşe ji welatê me hatiye dagirkirin, lê em radigihînin ku çareserkirina pirsgirêka wan herêman bi rêyên leşkerî ne di rojeva me de ye û nabe jî.”

Nîkol Paşînyan hêviya xwe anî ziman ku ew ê xebatên li ser projeya “Peymana Aştiyê” aktîv bikin, ji ber ku ji sedî 90 ê kar hatiye kirin û heta niha peyman bê îmzekirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button