T’evbûyê sêsîya h’emcivata 29-a ya T’MY-ye göhastina Klîmayê p’evk’etine alîk’arîya klîmayê li welatê k’esîv zêdekin. H’etanî sala 2035-a hindava welatê senayêda seva wan merema h’ecma mecalê salewextê r’adestkirinê gere bê gîhandinê 300 mîlîard dolara.
Cem gere îznê bide welatê pêþdaçûyînê kêrê þer’k’arîya miqabilî göhaastina klîmayê fînanskin, lê isa jî encamê germbûna globalr’a yole her’in, çawa qörlixîyê heycar, fizildûman û lêyîne.
Wek’îlê cêrge welata xeyîdîne, wekî hîvîkirina wane xeverdanê ber tiþtekî nehatîye h’esavkirinê. Wek’îlê Nîgêrîayê ij welatê senayê alîk’arîya 300 mîlîard dorlaraye fînansîyê naavkirîye “laqirdî” û “bêr’ûmetî”.
Bek’ûyêda h’emcivata KOP29-eye klîmayê dest dötîretîyê dora t’ivdîra hevr’aqayîlîyêye axirsongî hatbû dirêjkirinê.
Cêrge t’evbûyê Kop29 pêþdanîna r’ad’estkirina salê 250 mlrd dorlara h’etanî sala 2035-a ya t’êrênekêirinê h’esavkiribûn.







