
Valêntîna Matvîênkoya sedra þêwra Ûr’isêtêye T’ifaqîyê qirardike sala 2025-a qesta Ermenîstanê biike. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- derheqa wê yekêda R’ewanêda Yûrî Vorobyovê dewsgirtîyê sedra þêwra T’ifaqîyê, h’emsedrê encomana ermenî-ûr’isaye navbera þêwirxanada R’ewanêda e’lamî r’ojne’mevana kirîye.
“Em ç’e’vnihêr’îne, wekî saltireke din Ermenstanêda r’asthatina Valêntîna Îvanovna Matvîênkoya sedra þêwra T’ifaqîyê wê biqewime. Ewê ew vexwendin stendîye. Û em, hilbet, k’arê wê serdanê dikin, em hîvîdarin, wekî ewê bik’eve h’emcivata neh’îyê, k’îjan bi qirarê dö sala carekê diqewime. Yanî- em k’arê xwe dikin, hevk’arî pêþda diçe, bi fikra min, bi aktîvî. Ez bawerim, wekî emê t’emaîmîya pirsa safîkin”,- ewî gotîye.
Bi gilîyê Vorobyov- “nîvê saltireke din yan sêmehîya e’wile pêþin” tê têr’adîtinê. Vorobyov isa jî e’lamkirîîye, wekî r’ûniþtina encomana Ermenîstanê û T’Û-ye navbera þêwirxanadaye dinê Soçîêda wê biqewime û wê p’êþk’êþî 80-salîya alt’indarîya Þer’ê wet’enîyêyî mezinda birîve.







