
Þêldon Wayt’harûs û Ÿd Mark’îyê sênatorê dêmokrat wexta qisa çapgerîyêye govekê KOP29-da Bek’ûyêda qewimîda alîk’arîya xwe e’lamît Ermenîstagê kirine- R’oyt’êrz e’lamdike.
Þirovekirinê wan sewtbûne çawa cava pirsa r’ojne’mevanê hevaltîya dûrdîtinoka Bek’ûyê, ê kö pey e’ne’nak’etîye, k’a çima Wîlayet’ê Yekbûyî çima seva xevtandina mecalê cezakirinêye nisbetî Ermenîstanê cefê navîne.
“Ez difikirim- ez û Mark’îyê sênator alî Ermenîstanê dikin, em herdö jî. Em ze’f bîntengdivin, wekî ewqa ze’f ermenî hatine r’aqetandinê. Ez, milahîm gotî, ij wê qanebûnê dûrim, wekî ermenî gönek’arê wê yekêne. Ez naxwezim welatê ez mêvan qebiûlkirîda ser heqê mêriv bisekinim. Lê h’erke t’êma ewbûya, minê gilîyê ze’f xweþhatinê negota”,- Þêldon Wayt’haûsê sênator gotîye.







