All NewsTop

Zêdetirî 5 dehan endamên Parlamentoya Ewropayê bang li Azerbaycanê kirin ku beriya COP29 hemû girtî û rehîneyên Ermenî azad bike

Beriya COP29 ku li Bakûyê bê lidarxistin, zêdetirî 50 parlamenterên hemû fraksyonên Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyeke hevpar dan, tê de tekez kirin ku COP29 ne tenê konferanseke avhewayê ya bibandor û girîng e, di heman demê de pabendbûna bi prensîbên edaletê jî heye. 

Li gor rapora nûçegihanê “Armenpress”ê ji Brûsêlê, 52 parlementerên Parlementoya Ewrûpayê, li ser biryar û raporên pêwendîdar ên Parlementoya Ewrûpayê yên ku ji Gulana 2021`an ve hatine pejrandin, daxwaz ji hikûmeta Azerbaycanê kirin ku demildest û bê şert û merc hemû girtiyên ermenî yên li Azerbaycanê azad bike, di nav de serkirdayetiya leşkerî û siyasî ya berê ya Qerabaxa Çiya.

Parlamenter her wiha bang li saziyên rêveber ên Yekîtiya Ewropayê, Konseya Yekîtiya Ewropayê, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Nûnera Bilind a Karên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê dikin û bang dikin ku guh bidin biryarên Parlamentoya Ewropayê û li gorî ruhê wan tevbigerin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button