Namzedê Serokomariyê yê Amerîkayê Donald Tramp li mala Metsê bi Katolîkosê Kîlîkyayê Aram Yekemîn re bi telefonê axivî.
Tramp, spasiyên xwe ji Aram I yê ku vê dawiyê serdana Amerîkayê kiribû, anî ziman û piştgiriya xwe ya ji bo ermeniyên Qerebaxê û pabendbûna xwe ya ji bo aştiya herêmê dubare kir. Her wiha rola civaka ermenî-amerîkî jî bilind nirxand û ew bi hêz, jîr û pêşveçûyî bi nav kir.
Di bersivê de, Aram I spasiya Tramp kir ji bo daxuyaniya wî ya giştî ya piştgirîkirina gelê Ermenî, û tekezî li ser girîngiya serkirdayetiya cîhanî ya Amerîkî di vê qonaxa krîtîk de kir.
Wî hêvî xwest ku rêveberiya nû ya Amerîkayê bi ciddî bi mijarên dabînkirina mafê vegera Ermeniyên Qerebaxa Çiya, garantî û statuya navneteweyî, berpirsiyariya paqijkirina etnîkî mijûl bibe.