All NewsTop

DYE’yê Ermenistan û Azerbeycanê ji bo fermîkirina rêziknameyên sînordarkirinê li çepikan da

Amerîka pêşwaziya Ermenistan û Azerbaycanê kir ku rêziknameyên komîsyonên sînordarkirinê fermî bikin. Li gorî rapora “Armenpress”ê, berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Matthew Miller, li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya Xê de nivîsî.

“Amerîka pesnê Ermenîstan û Azerbeycanê dide ji ber fermîkirina rêziknameya prosedûra xêzkirina sînoran, nîşan dide ku pêşkeftin bi diyaloga domdar mimkun e. Em piştgiriya xebata her du aliyan a ji bo aştiyek mayînde û bi rûmet ji bo ewlehî û bextewariya herêmê dikin,” Miller nivîsand.

Di 23ê cotmehê de, Meclisa Neteweyî ya Ermenistanê rêziknameya komîsyonên li ser xêzkirina sînorên dewletê yên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de pesend kir. Serokkomarê Ermenîstanê jî qanûna tesdîqkirina rêziknameyê îmze kir.

Di 25ê cotmehê de Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev biryarnameyek li ser pesendkirina rêziknameya xebatên hevpar ên komîsyonên diyarkirina sînorên Ermenistan û Azerbaycanê îmze kiribû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button