Fransa destekê dide pêvajoya xêzkirina navbera Ermenîstan û Azerbaycanê ku gere li ser esasê deklerasyona Alma-Ata pêk were. Balyozê Fransa yê li Ermenîstanê Olîvîêr Dêkotî di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re li Gorîsê ev tişt got.
Balyoz got, “Em piştgiriyê didin pêvajoya sînordarkirinê ya ku di navbera her du welatan de dest pê kiriye û divê li ser esasê deklerasyona Alma-Ata ya ku aliyan li ser li hev kirine, pêk were.”
Di 25ê cotmehê de Ermenistan û Azerbeycanê rêziknameya xebatên hevpar ên komîsyonên xêzkirina sînorên herdu welatan erê kirin.