
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan dê beşdarî Lûtkeya BRICSê ya ku dê di 22-24ê Cotmehê de li Kazanê bê lidarxistin bibe. Berdevka Serokwezîr Nazêlî Bagdasaryan der barê mijarê de agahî da çapemeniyê û diyar kir ku beriya mehekê tevlîbûna Serokwezîr a lûtkeyê hatibû piştrastkirin.
Li ser pirsa gelo hevdîtinên bi serokên welatan re tê plankirin yan na, berdevkê Serokwezîr bersiv da. “Agahiyên bêtir li ser wê bên dayîn.”







