All NewsTop

Ez we teşwîq dikim ku hûn vê salê peymanê bi dawî bikin. Nameya Baîdên ji Paşînyan ra

Serokê Amerîkayê Jo Baîdên nameyek ji Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan re şand. Di nameyê de bi taybetî wiha tê gotin:

“Birêz serokwezîrê hêja,

Kêfxweş im ku welatê we û Azerbaycanê ber bi dawîkirina peymana aştiyê ya ku dê peywendiyên di navbera her du welatên we de birêkûpêk bike, pêşdeçûnek berdewam kirine.

Ez dixwazim we piştrast bikim ku Dewletên Yekbûyî amade ye ku piştgirî bide peymanek aşitiyê ya mayînde û bi rûmet ku dê dawî li pevçûnên sedsalan bîne. Peymana aştiyê ku yekitî, serwerî û yekparebûna axa Ermenîstanê misoger dike, ne tenê ji bo gelê Ermenî wê ewlekarî û îstiqrarê misoger bike. Wê tevahiya herêma Kafkasya Başûr veguherîne.

Weke ku hûn jî dizanin, temamkirina maddeyên mayî yên peymana aştiyê pêwîstî bi domdarî, jîrbûn û lihevkirinê heye. Lê we welatparêzî di ser siyasetê re danî, we bi wêrekî û bi berdewamî rêya aştiyê hilbijart û ez we teşwîq dikim ku îsal peymanê bi dawî bikin.

Rêveberiya min amade ye ku însiyatîfên wêrek bigire da ku rê li ber aştiyê veke. Min ji Michael Carpenter, Rêvebirê Giştî yê Ewrûpayê xwest, ku we li ser hin gavên ku em dixwazin bavêjin agahdar bike û li ser nîqaşên bi Azerbaycanê re tevkariya we werbigire.

Weke ku meha borî di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê hat behskirin, niha dema wê ye ku pabendbûna bi Peymana Neteweyên Yekbûyî û prensîbên bingehîn ên aşitiyê dubare bikin. Pêşerojeke geştir di nav destan de ye, û ez li bendê me ku bi we re bixebitim da ku em wê ji bîr nekin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button