
Hevdîtina Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan û Seroka Meclîsa Milî ya Azerbaycanê ya li Cenevreyê hatibû plankirin hat betalkirin. Ev ji aliyê Movsês Harûtyunyan, sekreterê çapemeniyê yê Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê ve hat ragihandinê.
“Aliyê Azerbaycanê di kêliya dawî de peymana ku berê hatibû çêkirin red kir. Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê piştî ku vegere Yêrêvanê dê derbarê sedemên betalkirina civînê de zelaliyek din bike.”







