All NewsTop

Ermenistan amade ye ku di vê mehê de peymana aştiyê îmze bike û ev helwesta me ya fermî ye. serokwezîrê

Aştiya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ne tenê mimkûn e, di heman demê de pêkan e. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di rûniştina bi sînor a Konseya Serokên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ya li Moskovayê de ev agahî da.

Herdu Ermenîstan û Azerbeycanê di mehên dawî de ragihandin ku pêşnûmeya peymana “Ji bo avakirina aştî û têkiliyên navdewletî yên di navbera Komara Ermenîstan û Komara Azerbaycanê” de herî kêm ji sedî 80 li hev hatiye. Herî dawî di formata wezîrên karên derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê de, lihevkirinek ji bo aktîvkirina xebatên ji bo temamkirina pêşnûmeya peymana aştiyê hat kirine.

Di prensîbê de, em dikarin li gorî mantiqê jêrîn tevbigerin, ya ku em ji Azerbaycanê re pêşniyar dikin: îmzakirina tiştê ku jixwe li hev hatiye kirin, bi vî rengî ne tenê dê fakto, lê di heman demê de aştiya de jure jî hebe û li ser hemî pirsên din xebata xwe bidomîne. Di her rewşê de, ne mimkûn e ku peymanek wiha aşitiyê ku bersivê bide hemî pirsan û hemî aliyên têkiliyên dualî birêkûpêk bike. Paşînyan destnîşan kir ku peymana aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de çi dibe bila bibe, bêguman dê pirsên girîng bimînin, gere li ser bên lihevkirin, çareserkirin û peymanên nû bên îmzekirinê.

Herwiha, li gor serokwezîr, bi amadebûna rêkeftineke aştiyê ya îmzekirî û pesendkirî, çareserkirina pirsên din dê gelek asantir be, ji ber ku dê rewşek bi temamî cuda li herêmê rû bide.

“Di vê qonaxê de divê em li ser çend mijarên bingehîn biryarê bidin ku dikarin bibin bingehek bihêz ji bo pêkanîna aştiyê di navbera welatên me de. Ew li ser hevdu naskirina yekparebûna axa hev e. Em behsa erka piştrastkirina nebûna îddîayên erdî yên li hember hev dikin û di pêşerojê de îdiayên bi vî rengî pêşkêş nakin. Em behsa parastina prensîba nebikaranîna hêz û gefa hêzê, destwerdana li karûbarên navxweyî yên hevdu, avakirina peywendiyên dîplomatîk û avakirina mekanîzmayên dualî ji bo cîbicîkirina erkên ku aliyên di çarçoveya peymanê de girtine, dikin. peymana aştiyê.

Gotinên van hemû mijaran di pêşnûmeya peymana “Li ser avakirina aştî û têkiliyên navdewletî yên di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Azerbaycanê” de ji niha ve ji aliyê aliyan ve li ser hatiye lihevkirin, û em amade ne ku di vê mehê de vê belgeyê îmze bikin. Ev helwesta me ya fermî ye.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button