
Reuters’ê ji zarê Serokkomarê Ermenîstanê Vahagn Xaçatûryan radigihîne ku Ermenîstan hêvî dike ku beriya COP29 bi Azerbaycanê re peymana aştiyê îmze bike.
“Eger pirs tenê me eleqedar bikira, em ê îro îro îmze bikin,” wî gotîe, li kêleka Konferansa Pêşkeftina Berdewam a Hamburgê, anî ziman ku hêvî heye ku zû yan dereng bigihîjin encamekê.
Serokomarê Ermenistanê da zanîn ku li ser çend xalên din jî danûstandin ligel rayedarên Azerbaycanê berdewam in.
Xaçatûryan her wiha got, danûstandinên navbera Ermenistan û Tirkiyê li ser vekirina sînor ji bo welatiyên welatên sêyem û xwediyê pasaportên dîplomatîk bi awayekî serkeftî pêşda diçin.







