
Di çarçoveya têkoşîna li dijî çekên komkujî de, li Ermenîstanê bi beşdariya saziyên şareza yên pergala rêveberiya dewletê ya Ermenîstanê tetbîqata qadê hat lidarxistin. Tetbîqat bi hevkariya Ajansa Kêmkirina Gefên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û bi koordînasyona Ofîsa Konseya Ewlekariyê ya Ermenistanê hat kirin.
Weke ku “Armenpress” ji daxuyaniya çapemeniyê ya Ofîsa Konseya Ewlekariyê ya Ermenistanê zaniye, tetbîqat bi armanca çavdêrîkirina karîn û mekanîzmayên bersivdayînê yên Ermenistanê li hember belavbûna metirsiyên kîmyayî, biyolojîk, radyolojîk û atomî hatiye lidarxistin.Ji bo Ermenîstanê hem ji hêla hejmara avahîyan ve hem jî ji hêla erdnîgariya tevlêbûnê ve bêhempa bû.







