
Katedrala Etchmiadzinê piştî 12 salan ji nû ve nûjen kirin û deriyên xwe ji gel re vekir.
Katedrala Etçmîadzînê ya ku di salên 301-303 piştî zayînê de hatiye çêkirin, piştî xebatên nûjenkirina 12 salan di 29ê Îlona 2024an de dîsa deriyên xwe ji raya giştî re vekir.
Serokkomarê Ermenîstanê Vahagn Xaçatûryan, Serokwezîr Nîkol Paşînyan, Alîkarê Serokwezîr Mhêr Grîgoryan, Serokê Meclisa Neteweyî Alên Sîmonyan, rayedarên payebilind, melayên ermenî yên welatên cuda, nûnerên dêrên cuda, hecî amade bûn.
Hêjayî gotinê ye ku Dayika Êtçmîadzînê bi dîroka xwe ya avakirinê û taybetmendiya çareseriya xwe ya mîmarî perestgeha yekem a cîhana xiristiyanan e.







