All NewsTop

Teleferîka “TaTever” cara sêyem di kategoriya “Telebloya sereke ya cîhanê” ya “World Travel Awards 2024” de cih girt.

Rêbaya “TaTever”ê ya li herêma Syûnîkê dîsa di katêgorîya “Bêlançoya pêşerojê ya cîhanê ya 2024 a” de ji bo pêşbirka bi prêstîj ya World Travel Awards 2024 di warê tûrîzmê de bû namzet.Li gorî “Armênprêss” ê, projeyê berî niha du caran  salên 2021 ê  û 2023 a de ev namzed bi dest xistibû. Ew naha jî bi rêyên li Bolîvyayê, Brazîlyayê, Vîêtnamê, Kanadayê, Zêlandîya Nû, Dewletên Yekbûyî û Afrîkaya Başûr re pêşbazîyê dike.

Teleferîka “TaTever” li dinyayê teleferîka rêwîyan ya herî dirêj e. Ew ne tenê ji ber dirêjaya xwe, ku 5752 m ye, di pirtûka rêkoran ya Gînêsê de hate tomar kirin, lê di heman demê de wek tekane avahîya endezyarîyê ya vê pîvanê li cîhanê, ku tenê di 10 mehan de hate çêkirin, hate tomar kirin. Projeya çêkirina teleferîkê ji alîyê şîrketa aûstiryayê-swîsreyî Doppelmayr/Garaventa ku di çêkirina teleferîkan de pêşeng e, pêk anî.

“TaTever” teleferîka îsal dê 14 salîya çalakîya xwe pîroz bike. Ji sala 2010 a vir ve, zêdetirî 1 300 000 kes teleferîka bikar anîne. Bi saya wî li Ermenîstanê her pêncemîn tûrîst tê Tatêvê.Rêvebira rêya bejahî ya “TaTever” Marîa Bûtênko banga dengdanê dike, û tekezî li ser bandora serketinê dike.“Ew ê ji me re bibe alîkar ku em di pêşxistina civaka herêmî, parastina mîrata çandî û pêşvebirina tûrîzma Ermenîstanê de bidomînin. Ji ber vê yekê ez bang li her kesî dikim ku dengê xwe bidin û bibin parçeyek ji vê serkeftina girîng ya Ermenîstanê”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button